HRE’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku li navçeya Şera ya Efrînê şehîd bûne eşkere kir. Hêzên Rizagriya Efrînê soza hesab pirsînê û rakirina tola hemû şehîdan da.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku li navçeya Şera ya Efrînê şehîd bûne eşkere kir.

Hêzên Rizagariyê diyar kir ku 26’ê Gulanê hevalên wan Şervan Dîgor û Mazlum Nêrebiyê di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn..

Her wiha diyar kir ku her du şervan heta kêliya dawî, li hemberî dagirkeran têkoşîn kirin, erk û berpirsiyarên xwe bi cîh anîn û got,

“Ti car zext û zordariyên ku li ser gelê me tê meşandin qebul nekirin û li hemberê vê yekê di çepera pêş de tekoşîn dan meşandin.”

HRE’ê destnîşan kir ku ew ê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin.

Hêzên Rizgariya Efrînê sersaxî ji malbêtên her du şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne,,

Nasnav: Mazlûm Nêrebiyê
Nav û Paşnav: Xalid Elwawa
Navê Dayikê: Ayde
Navê Bav: Yasir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê -Şera, 26 Gulan 2021

Nasnav: Şervan Dîgor

Nav û Paşnav: Yusif Bekîr
Navê Dayikê: Lîna
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê – Şera, 26 Gulan 2021
Back to top button