Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê raporek li ser sûcên dewleta Tirk ji NY re şand

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê raporek derbarê sûcên dewleta Tirk yên ku li herêmê pêk tîne ji Komîteya Hiqûqê ya Ewropayê û Odeya Civaka Sivîl a NY’yê re şand.
Rêxistinê di rapora xwe de bi dîmen û wêne behsa kêmkirina rêjeya ava Firatê û bandorên wê li ser herêmê kir.
Di raporê de hate xwestin ku dewleta Tirk li ser kiryarên xwe yên li herêmê bê darizandin.

Kêmkirina ava çemê Feratê ji aliyê dewleta Tirk de hiştiye ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû bi rûyî metirsiyên mezin ku bandorê li ser hemû warên jiyanê dikin, werin.

Ji bo vê yekê gel û rêxistinên hiquqî her di nava tevgerê de ne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê raporek bi wêne û dîmen li ser sûcên dewleta Tirk li herêmê û bi taybet kêmkirina ava Firatê û bandorên wê li ser herêmê, amade kir.

Di raporê de 3 raporên herêmî hebûn ku Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê, Desteya Enerjî û Rêveberiya Bendavan a Herêma Firatê û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê amade kiribûn.

Di her 3 raporan de, bal hate kişandin li ser asta bandora kêmkirina rêjeya avê li ser kehrebeyê û li ser qirêjbûna avê û bandora vê yekê li ser jiyana bi milyonan ji şêniyên herêmê.

Têkildarî vê yekê, hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawûd diyar kir ku raporên derbarê sûcên dewleta Tirk li herêmê li ser asta tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin amadekirin.

Ehmed Dawûd da zanîn ku tevahî raporên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine di raporeke ji 21’ê rûpelî hatin komkirin û ji Komîteya Hiqûqî ya Ewropî û Odeya Civaka Sivîl a NY’yê re hate şandin.

Dawûd bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî yên li hember gelê herêmê rabin û li ser vê dozê di civînên navneteweyî de rawestin û li ser kêmkirina ava Firatê hesab ji dewlata Tirk bê xwestin.

Back to top button