Mihemed Emîn yê 83 salî ê nexweş careke din şandin girtîgehê

Mihemed Emîn Ozkan yê 83 salî ku 25 sale girtî ye nexweşe, berî sê rojan ku rakiribûn nexweşxaneyê careke din birin girtîgehê.

Mihemed Emîn Ozkan ku weke Apê Dedo jî tê naskirin ji ber nexweşiyên xweyên giran jiyana wî di talûkê de ye.
Ozkan piştî ku bi kelpeçeyê birin nexweşxanê û 3 rojan bi text ve kelepçekirî hat dermankirin.

bi hinceta “dermankirina wî qediya” cardin destên wî kelepçekirî birin girtîgeha Amedê.

Kurê Ozkan Vedat Ozkan, da zanîn ku bavê wî duh bi şev, destên wî kelepçekirî, bi kursîyê bi teker, paşve birin Girtîgeha Amedê.

Keça Ozkan Selma Ozkan jî anî ziman ku bi hinceta dermankirina bavê wê qediya birin girtîgehê û wiha got: “Bavê min dîsa bi kelepçeyê û bi kursîya bi teker şandin girtîgehê. Rewşa bavê min girane.”

Back to top button