Mîthat Sancar: Desthilat dijminê Kurdan e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ji desthilata niha bigire heta hemû hevkarên wê, dijminên Kurdan in.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li avahiya rêxistina partiya xwe ya Wanê civîna çapemeniyê lidar xist.

Sancar di civînê de derbarê kuştina sivîlan de axivî û diyar kir ku çar roj berê li Rûbarokê şivanek hat birîndarkirin.

Sancar da zanîn ku ew sedemên mîna van bûyeran baş dizanin..

Sancar anî ziman ku desthilat Kurdan wek ku mafê wan ê parastinê nîne, dibînin û ji bo ji hiqûqê sûdê wernegirtin dibînin û got,

Bi qasî serê derziyê jî hiqûqê ji Kurdan re zêde dibînin, di esasê xwe de ev pergal li ser dijminatya Kurdan hatiye avakirin.

Sancar diyar kir ku tişta ku şirîkatiya desthilatê li ba hev digire, dijminatiya Kurdan e.

Back to top button