Balafirên şer ên Rûsyayê li çolîstana Sûriyê zêdetirî 100 êrîş pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê êrişî çolistana Sûriyê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê bi dijwarî çolistana Sûriyê bombebaran kir.

Hat diyar kirin di nava sê rojên dawiyê de, balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 100 êriş pêk aniye.

Di 26’ê Gulanê de li Hemayê, gundewarê Reqayê, derdora çiyayê El-Bişrî yê di navbera Reqa û Dêrazorê de balafirên şer zêdetirî 70 êrişên hewayî pêk anîn.

Di encama wan êrişan de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Tevî vê jî lê heta niha Rûsya nikare rê li pêşiya êrîşên çeteyan yên li ser hêzên hikumeta Şamê bigire.

Back to top button