Partiya Kesk a Kurdistanê bi tevlîbûna 150 delegeyan, kongreya xwe ya 2’emîn li dar xist.
Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê axivî û diyar kir gelên Bakur û Rojhilatê Sûiyê bi hevkariya partiyên neteweyî rêveberiya xweser ava kirin, û got, ji ber vê sedemê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirin.
Partiya Kesk a Kurdistanê li hola Beylesan a navçeya Amûdê kongrê xwe yê 2’emîn li dar xist.
Endamên PYD, MSD’ê, TEV-DEM, Kongreya Star, Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Soroya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî kongreyê bûn.
Piştî rêzgirtinê, Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê axivî.
Ehmê diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûiyê bi hevkariya partiyên neteweyî rêveberiyeke xweser ava kir, ji ber vê sedemê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên wan zêdetir kir û hin herêm dagir kirin.
Piştî dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk guhertinên demografî û zextê li ser şêniyan pêk tîne.
Luqman Ehmê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî û got, armanc ji van êrişan dagirkirin, qirkirina û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e.
Her weha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Çolî, Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim û Hevserokê Partiya Soroya Demokratîk Aho Hena axivîn û kongireya 2’mîn a partiyê li endamê wê pîroz kir.
Kesên axvîn weha gotin:
Dewleta Tirk di pêkanîna armancên xwe yên li herêmê de bi ser neketin, ji berê vê yekê bi şerê taybet û bi qutkirina avê, şerê wan dike.
Bal hat kişandin ser siyasetên hikumeta Şamê jî û ev tişt hat gotin:
Ji 10 salan ve kuştin xirabkirinê dike, lê mixabin di tecrûbeya xwe ya leşkerî de hîn jî dewam dike û bi çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane na-fikire.
Piştî axaftinan senivîzyonek derbarê xebatê Partiya Kesk a Kurdistanê de hate pêşandan.
Di kongreyê rêziknameya partiyê hat xwendin û meclisa nû hat hilbijartin.