Bi idîaya heqaret li dozger kiriye, 2 sal û 6 meh cezayê zindanê li Demîrtaş hate birîn

Dadgeha Tirk ya Enqereyê bi îdiaya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahadîn Demîrtaş heqaret li Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê kiribû û gef lê xwaribû, 2 sal û 6 meh cezayê zindanê lê birî.
Selahedîn Demîrtaş doza lê hatiye vekirin wek “komplo” bi nav kir û diyar kir ku daraz fermanên desthilatê pêk tîne.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahadîn Demîrtaş bi îdiaya “heqaret” li Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Yuksel Kocaman kiribû doz lê hatibû vekirin.

Danişîna biryarê ya doza Demîrtaş îro li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin.

Parêzerên Demîrtaş û parlamenterên HDP’ê doz şopandin.

Selahedîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F lê girtî ye bi rêya Pergala Deng û Dîmen danişînê bû.

Demîrtaş: Daraz ketiye xizmeta desthilatan û fermanên wan pêk tîne

Demîrtaş li dijî biryara dozger axivî û doza lê hatiye vekirin wek “komplo” bi nav kir, her wiha da xuyakirin ku daraz ketiye xizmeta desthilatan û fermanê wan pêk tîne.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser têkiliya dewletê û mafya ku ji nû ve ket rojevê û nîşan da ku qirêjiyên di nava dewleta Tirk de de teqiyan û li derdora wê belav bûn.

Selahedîn Demîrtaş ev doz weke qetilkirina hiqûqê bi nav kir û xwest biraya beraetê were dayîn.

Parêzeran jî di parastina muwekilê xwe de destnîşan kir ku dozger Yuksel Kocaman bi kirinên xwe yên li hember miwekîlê wan sûc kiriye û dan zanîn ew biryara dozger pêşkêşî dadgehê kiriye red dikin û tişta tê kirin dijî hiqûqê dibînin.

Şandeya dadgehê bi îdiaya “kesên di têkoşîna terorê de wezîfe girtine, hedef daye nîşandan” 2 sal û 6 meh cezayê zindanê li Selahedîn Demîrtaş birî.

Back to top button