Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke mezin didome

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên dewleta Tirk di roja 183’an de bi biryardariyeke xurt didome. Girtiyên jin ên li girtîgehan jî nameyek ji YE re nivîsandin, piştgirî dan kampanya îmzeyan ya ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

Berxwedana girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryardariyeke mezin didome.

Bi dewrgirtina koma 37’emîn çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê ên li girtîgehan dan destpêkirin, di roja 183’an de ye.

Çalakiya li Mexmûrê jî di roja 162’an de ye.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî di roja 145′ de çalakiya xwe dewam dikin.

Jinên girtî piştgirî dan pêngava îmzeyan ya zimanê Kurdî

Tevgera Ziman a Kurd (HezKurd) ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê dest bi kampanya îmzeyan kir û serî li UNESCO’yê jî da.

Bi hezaran kes piştgiriyê didin vê kampanya îmzeyan..

Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê jî di çarçoveya kampanaya ziman de nameyek şandin ji Yekîtiya Ewropayê (YE) û piştgirî da kampanya Îmzeyan.

Nameya jinên girtî ji YE’yê re şandin wiha ye:

Em dixwazin bişaftina li ser zimanê kurdî bê sekinandin û zimanê me di qada navneteweyî de bibe zimanê fermî.

Mafê perwerdeya zimanê zikmakî di hiqûqên navneteweyî de jî cihê xwe digire. Ev maf jî li Tirkiyê eşkere û veşartî tê astengkirin.

Jinên girtî di dawiya nameya xwe de da zanîn ku divê êdî NY’î vê rastiyê jinedîtî ve nebîne û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî kar bike.

Back to top button