Hikumeta Almanyayê qebûlkir ku di dema destpêkê ya mêtingeriyê de li Namîbyayê li dijî gelên Herero û Namasê “qirkirin” kirine.
Almanya wê ji bo bi pêşvebirina herêmê zêdeyî milyarek Euro alîkariyê bide.
Almanên li herêma Namîbyayê di navbera salên 1904 û 1908’an de ji gelên Herero û Namasê bi deh hezaran kes qetil kiribûn.
Gelek dîroknas vê komkujiyê weke Qirkirina destpêkê ya sedsala 20’î pênase dikin.
Maas: Em ê daxwaza efûyê bikin
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî têkildarî mijarê axivî û got,
“Niha em ê van bûyeran bi rengekî fermî li gorî nêrîna îro pênase bikin: Qirkirin.
Di çarçoveya berpirsyariya exlaqî û dîrokî ya Almanyayê de, ji ber hovîtiya ku hate kirin em ê ji Namîbya û neviyên qurbaniyan efûyê bixwazin.”
Heiko Maas peymana ku di encama danûstandinên pênc salan ên bi Namîbyayê re hate kirin silav kir.
Maas: Alîkariya malî ji bo jinûve avakirin û pêşvebirinê ye
Di çarçoveya vê nasirinê de Almanya wê bi rêya benrameya alîkariya malî ya ji 1.1 milyar Euroyî, piştgiriyê bide jinûve avakirin û pêşvebirina Namîbyayê.
Maas diyar kir ku ev yek ne tazmînateke ku xwe dispêre bingeha hiqûqî.
Li gorî çavkaniyên nêzî danûstandinan, ev rêje wê di nava 30 salî de bê dayin û destpêkê neviyên herdu gelan wê jê sûdê werbigirin.
Sûcên ku di dema mêtingeriyê de hatin kirin, demeke dirêj zerar dida têkiliyên navbera herdu welatan.
Almanyayê di navbera salên 1884 û 1911’an de xaka Namîbyayê dagir kiribû, xistibû bin mêtingeriya xwe.
Li dijî serhildana gelên Herero û Namayê yên herêmê, artêşa Alman qirkirin kiribû û ji herdu gelan derdora 85 hezar kes qetil kiribû.
Ev hejmar wê demê ji pênc çar ê parên nifûsa herdu gelan bû.
Fransayê jî berpirsyariya xwe ya li Rûandayê qebûl kir
Beriya daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Alman a li ser qebûlkirina qirkirina Namîbyayê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî serdaneke girîng a sembolîk li Rûandayê kiribû.
Macron 27’ê Gulanê li Kîgaliyê li pêşiya bîrdariya qirkirinê axivî bû û gotibû, “Ez hatime ku berpirsyariyên me qebûl bikim.”