Şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê bi merasîmeke girseyî oxir kir

Îro bi hezaran şêniyên Herêma Efrînê cenazeyê şehîd Mezlûm Nêrebiyê yê şervanê HRE’yê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû spart axê, her wiha nasnameya şehîd Rêber Şêrawa ku di 1’ê Adara 2018’an de di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, hat ragihandin.

Şênî li pêş Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn da ku cenazeyê Şehîd Xalid El-Wawa (Mezlûm Nêrebiyê) ê şervanê HRE’yê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû wergirin.

Piştî cenaze wergirtin, şênî bi karwaneke bi sedan erebeyan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Ehresê ya kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Basil Dodeq (Rêber Şêrawa) ku di 1’ê Adara 2018’an de di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû ragihand.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin,  ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê û Kongreya Star a Herêma Efrînê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwesetin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan, nasnameyên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan hatin kirin.

piştre cenazeyê şehîd Mezlûm Nêrebiyê hate veşartin.

Back to top button