Civaknasekî Fransî Erîc Vasîn semînerek da xwendekarên Zanîngeha Kobanê

Zanîngehên Rojava di qada navdewletî de îtîraf pê tê kirin, Civaknasekî Fransî bi rêya onlînê, semînerek li ser mijarên siyaseta demokrat, kêmnetewe, zayned û etnîk da xwendekarên Zanîngeha Kobanê.

Zanîngeha Kobanê bi rêka semînerê onlîne perwerdeya xwe didomîne.Vê carê zanîngehê Civaknasê Fransî Erîc Vasîn pêşwazî kir.

Eric Vasin di destpêka axaftina xwe de ev tişt got:

“Ez bi dayîna vê semînerê serbilind im û ji bo min pir girîng e. Bi hêvî me ku serdana herêmê bikim û bi kesayetên li wir re bicivim.”

Vasin diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê di guhartina siyasî, akademîk û zanistî de hêviyekê dide welatên Rojava.

Eric Vasin hêvî kir ku ew dikare fikiran bi hev re nîqaş bikin û bi kesên li hundir re têkildar be û ew bawer e ku dê sûdê wergire.

Hêjaye bi bîrxistinê ku di meha borî de jî fîlozofê Sloveniya Slavoy Zicek semînerek li Zanîngeha Kobanê dabû.

Back to top button