Hevpeymaniya Erebî droneke Hûsiyan rûxand

Hevpeymaniya Erebî droneke ku Hûsiyan ber bi bajarê Xemîs Mişêtê yê Siûdiyê ve avêtibû, rûxand.

Hevpeymaniyê teqez kir ku çekdarên Hûsî hewldanên armanckirina sivîlan didomînin.

Berî vê jî koma “Ensarullah” a Hûsî baregeha Melik Xalid a asîmanî ya li Siûdiyê bi 2 dronan armanc kiribû.

Wezareta Parastinê ya Yemenî jî ji aliyê xwe da xuyakirin ku li parêzgeha Meribê ji koma navborî, bi dehan di bombebaranên Hevpeymaniyê de hatin kuştin û birîndarkirin.

DYA: Joe Biden û Kongress li ser çareserkirina hevrikiyê li hev kiriye

Hemwextî bangên navdewletî ji bo ragihandina agirberstê, Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku Joe Biden û Kongress li ser pêwîstiya çareserkirina hevrikiya li Yemenê li hev kiriye.

Back to top button