Dadgeha destûrî ya Maliyê Asimî Giwîta ji bo serokatiya veguhêz erkdar kir

Dadgeha Destûrî ya Maliyê bi biryarekê serokê darbeya leşkerî albay Asimî Giwîta kir serokê komarê.

Dadgehê di biryara xwe de got ku Asimî Giwîta dê erk û desthilatên serokê qonaxa veguhêz pêk bîne, heya ku desthilat li sivîlan bê vegerandin.

Dadgehê da zanîn ku wê piştî dûrxistina serokê darbeya leşkerî, qonava veguhêz Bah Ndaw ev biryar derxist.

Albay Asimî Giwîta piştî darbeya 18 Tebaxa 2020’an, erka cîgirtiya serokê veguhêz ê karûbarên ewlehiyê wergirtibû.

Jixwe duh berî derkirina vê biryarê, li Bamakoya paytext, bi hezaran kes ji bo derketina hêzên Fransî û hatina hêzên Rûsî daketibûn kolanan.

Back to top button