Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî El-Îbrahîm destnîşan kir ku armanca Tirkyê ji êrîşên ser Zap, Metîna û Avaşînê têkbirina destkeftiyên Kurdistanê ye.
Şadî El-Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirkir di êrîşên ser herêmên parastinê yên medyayê de, zagon û peymanên navnetewî binpê dike.
El-Îbrahîm di berdewamiya nirxandina xwe de daxuyakirin ku dewleta tirk bi hinceta parastna netewî ve dixwaze van êrîşên xwe yê dagirkeriyê rewa nîşan bide.
El-Îbrahîm balkişand li ser yek ji armancên êrîşên li ser başûr û got:
“Dewleta Tirk bi vê êrîşê ve hewl dide tevliheviyê nevbera hikumeta Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser de çêke, da ku helwesta yekkirina refa kurdî-kurdî têk bibe.”
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz di dawiyê de da zanîn ku gelê kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji van lîstikan baldar e û wê bi vîn û bawerî rê li ber wan bigire û dawî li van êrîşan bîne.