35 çekdarên Talîban ji aliyê artêşa Efxanî ve hatin kuştin

Li Efxanistan, 35 çekdarên Talîbanê di operseryoneke aratêşa welêt de, hatin kuştin.

Artêşa Efxanistanê operasyoneke perfireh li dijî çekdarên Talîbanê li wilayeta Qendûr li bakurê welêt pêk anî.

Li gorî agahiyan, di encam operasyonê de, 35 çekdarên Talîban hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.

Ev operasyon piştî kuştina 7 sivîlan di topbara û teqînekê li Efxanistanê de, pêk hat.

Berpirsên welêt, tevgera Talîbanê bi van êrîş û teqînên li dijî sivîlan, tewanbar kiribû.

Back to top button