BI SLOGANÊN NIJADPERESTÎ GORÊN GERÎLAYAN XERA DIKIN

Yên ku ti mafê xwe ji exlaq û pîvanên mirovahiyê ne girtine, careke din rûyê xwe yê rast nîşan dan.
Li goristana taxa Haciya Kurdan a Bismila Amedê bi stranên nijadperestî êrîşî gorên gerîlayên HPG’ê hate kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin leşkerên Tirk roja Înê dora goristana li Haciya Kurdan a Bismilê girtin.

Leşkeran bi sirûdên mehterê yên ji wesayîtên zirxî hatine lêdan, kêlên gorên gerîlayên HPG’ê şikandin.

Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk êrîşî goristanan dike.

Di salên dawîn de dewletê êrîşî gelek gor û goristanên gerîlayên HPG’ê kirin.

Li gelek cihan cenaze ji goran hatin derxistin û birin cihekî din.

Dewlet niha jî cenazeyê girtî û gerîlayan direvîne û merasîma cenazeyan asteng dike.

Êrîşên li dijî goristanan sûcekî şer e.

Leave a Reply

Back to top button