2 Rêxistinên Mafên Mirov: Dewleta Tirk keysbaziyê li çeteyan dike

Rêxistina “Navenda Sûrî ya Adalet û Lêpirsînê” û rêxistina “Sûriyên ji bo Rastî û Adaletê” bi lêkolîneke berfireh rastiya çeteyên dewleta Tirk ên Sûrî li Lîbya û herêma Qerebaxê bi belge eşkere kirin.Di raportên rêxistinên navborî de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker û serçeteyên xwe, keyspaziyê li çeteyên Sûrî yên li Lîbya û Qerebaxê dikin, malbatên wan dixapînin û wan ji qerebûkirinê bê par dihêlin.

Li Sûriyê me bi lîreya Tirkî fon distand, lê li vir (Lîbyayê) heta niha tiştek nedane me.

Piştî ku ew biçek kirin û ji bo berjewendiyên xwe li deverên weke Lîbyayê û Qerebaxê weke çete bikar anîn, derkete holê ku dewleta Tirk û serçeteyên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” kesbaziyê li van çeteyan dikin û wan dixapînin.

Rêxistina “Navenda Sûrî ya Adalet û Lêpirsînê” û rêxistina “Sûriyên ji bo Rastî û Adaletê” bi lêkolîneke berfireh rastiya çeteyên dewleta Tirk ên Sûrî li Lîbya û herêma Qerebaxê bi belge eşkere kirin.

Rêxistinên navborî di belgenameyên xwe de diyar dikin ku serçeteyên dewleta Tirk ên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” fonê van çeteyên Sûrî didizin û keysbaziyê dikin.

2 Rêxistinên Mafên Mirov:
Serçeteyên bi ser Tirkiyê ve li ser pişta çeteyan dewlemend dibin

Li gorî lêkolîna van rêxistinan:

Bi awayekî plankirî fonê çeteyan tê dizîn.

Serçeteyên bi ser Tirkiyê ve li ser pişta wan xwe dewlemend dikin.

Malbatên van çeteyan jî nayên qerebûkirin.

2 Rêxistinên Mafên Mirov:
Eger çete çûyîna Lîbyayê red kiriba wê ji mala wî hatiba derxistin

Rêxistinan di raporên xwe de hebûna çeteyên Sûrî yên bi ser dewleta Tirk ve li Lîbya û herêma Qerebaxê bi wêne û jêderan belge kirin û da zanîn ku:

Li herêmên Bakur-Rojavayê Sûriyê serçeteyê her girûpekî bi ser Tirkiyê ve hejmara çeteyên xwe zêde dike, ji ber ev rêbaz weke çavkaniya pereyan bû jê re.

Eger çeteyek çûyîna Lîbya yan jî devereke din derveyî Sûriyê red kiriba, wê ji mala wî hatiba dûrxistin.

Ji dawiya sala 2019’an ve dewleta Tirk a dagirker çeteyên Sûrî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û wan ber bi deverên weke Lîbya û herêma Qerebaxê ve dişîne.

Li gorî gelek raportên navdewletî, piraniya van çeteyan bi sûcên der-mirovî tawanbar in.

Back to top button