Di nav de siyastmedarên Kurd, Romanya hewl da 30 penaberî radestî Tirkiyê bike

Tevî 15 siyasetmedarên kurd, li Romanyayê 30 penaber bi zorê li balafirê hatin siwarkirin da ku ji bo Tirkiyê bên radestkirin.

Ev penaber ji Yûnanistanê ber bi Romanyayê ve çûbûn da ku biçin Ewropayê.

Berê ji penaberan re hatibû gotin ku wê wan bibin kampê, lê di saetên êvarî de penaber anîn Balafirgeha Bukreşê.

Bi îşkenceyê û bi zorê penaber li balafirê hatin siwarkirin, da ku bi darê zorê wan radestî Tirkiyê bikin.

Peneberan ji Ajansa Mezopotamyayê re tiştên ku bi serê wan qewimî rave kirin û gotin:

Em bi hevdîtinan û li ser bertekên penaberan ji balafirên hatine daxistin û li erebeyekê hatine siwarkirin.

Lê belê me birin cihekî ne diyar.

Hinek belge bi me hatin îmzekirin.

Ji bo ku ev yek careke din neyê serê penaberan, banga piştevaniyê li rêxistinên mafên mirov kirin.

Back to top button