NPG: Gerîla bi rihê 1’ê Hezîranê berpirsyariyên xwe bi cih tîne

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir ku gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rihê 1’ê Hezîranê berpirsyarên xwe bi cih tîne. NPG’ê destnîşan kir ku gerîl bi pêngavên şoreşgerî serkeftina xwe careke din nîşan dayî ku hêzeke têkneçûyî ye.

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel NPG’ê têkildarî 18. salvegera pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariya NPG’ê di despêka daxuyanya xwe de cangoriyên azadiyê bibîr anî û pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîranê pîroz kir.

Fermandariyê destnîşan kir ku pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîranê ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de bi mîsyona Pêngava 15’ê Tebaxa duyemîn e û di pêvajoya azadiyê ya gelê Kurdistanê de serdemeke nû ya têkoşînê vedibêje.

Fermandariya NPG’ê teqez kir ku gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wê hewldanê ne ku biryardariya 1’ê Hezîranê ku hemû geşedanên 17 salên dawî ku gelê me jiyayî derxist holê, rih dayî wê û gelê me ber bi serfiraziyê ve birî geştir bikin.

Her wiha diyar kir ku serdema têkoşînê ku 2004’an dest pê kirî bû hîmê Paradigmaya Civaka Demokratîk Ekolojîk a li ser azadîxwaziya jinê ku Rêber Ocalan daniyê holê bûye gaveke girîng a ji bo avabûna civake nû û azad.

“Rihê Pêngava 1’ê Hezîranê, tenê bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re qabîlîyeta şer geş nekiriye û taktîk kûr nekiriye, her wiha li ser heman rihî, li nav gelê Kurdistanê yê têkoşer, azaweriya jiyana azad jî kûr kiriye û biryardariya parastina bihêz kiriye.”

NPG’ê diyar kir ku gerîla bi pêngavên şoreşger ên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê serkeftina xwe careke din nîşan daye ku hêzeke têkneçûyî ye û li gorî hişmendiya sedsala berdest rêxistiniya xwe dike.

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel NPG’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bidawî kir:

“Di sala 18’an a Pêngava me ya Pîroz de serkeftia mezin ji Rêber Apo, ji şervanên azadiyê, gelê me û hemû hêzên têkoşer re dixwazin ku wê meşa azadiyê ya gelê me bi biryardarî bidomînin.”

Back to top button