Cerdevanan li çiyayê Cûdî bi qasî 400 ton dar birîn

Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên qirkirinê xwezaya Kurdistanê jî talan dike.
Cerdevanên dewleta Tirk a dagirker li Çiyayê Cûdî daran dibirin û talan dikin.

Li herêma Tîkera ya Bestayê ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, cerdevan di bin kontrola leşkerên dagirker ên Tirk de dara dibirin.

Hate zanîn ku cerdevan ji roja Sêşemê ve daran dibirin û heta niha bi qasî 400 ton dar hatine birîn.

li gorî agahiyan, 30 terektor hatine cihê dar lê hatine birîn û bi kêmanî çar bar ji daran hatine veguhestin ji bo tabûra leşkerî ya di navbera Sêgirkê û Gundikê Melê de.

Sala çûyî jî li gelek herêmên bakurê Kurdistanê hejmareke mezin ji daran hatin birin.

Back to top button