Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 184’an de ye

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk ên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya wî û her wiha çalakiyên li welat û derveyî welat bi îradeyek xurt dewam dikin.
Girtiyê bi navê Îbrahîm Ateş da zanîn ku ji ber ketina wan a grevê rêveberiya girtîgehê ew xistine hucreyên yek kesî û pêdiviyê wan nayînin cih.

Çalakiyên grevên birçîbûnê ên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bi biryardariyeke xurt dewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatî destpêkirin, di roja 184’an de bi koma 37’emîn berdewam dike.

Ibrahîm Ateş yê girtî: Em xistin hucreyên yek kesî

Girtiyê bi navê Îbrahîm Ateş diyar kir ji ber ku ketine grevê rêveberiya girtîgehê ew xistine hucreyên yek kesî û pêdiviyê wan nayînin cih.

Ateş, ev gotin dema ku bi telefonê bi birayê xwe Abdulgaffûr Ateş re axiviye û ragihandiye.

Ateş her wiha teqez kir ku ew ê ti carî serî netewînin û heta ku tecrîd ranebe wê çalakî dewam bike.

Çalakiya li Mexmûrê 163 roj li pey xwe hişt

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî di roja 163’an de ye.

Çalakî îro ji aliyê koma 83’yan ve hate dewir girtin.

Di merasîma dewrgirtinê de li ser navê koma 82’yan Bîşeng Ustun axivî û çalkiyên grevê silav kir.

Koma 30. çalakiya Yewnanistanê dewr girt

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Yewnanistanê jî 146’an bi koma nû ya 30’î dewam dike..

Di çalakiyê de li ser navê koma nû axaftin hatin kirin û berxwedana gerîla silav hat silav kirin.

Her wiha bang li her kesî hat kirin ku li dorî berxwedana Îmralî û gerîla kom bibin.

Parêzer Serdar Çelebî: Divê mafê hevdîtinê bê naskirin

Parêzer Serdar Çelebî têkildarî tecrîda li ser Rêberê Apo û greva birçîbûnê ji ANF’ê re axivî.

Çelebî balkişand li ser birîna telefona bi rêber Apo re û destnîşan kir ku qûtkirina telefonê rê li ber fikaran vekir û got,

”Divê têkildarî vê raya giştî agahdar bike, divê di nava her şert û mercê de mafê telefon û hevdîtina parêzaran bê naskirin.”

Back to top button