DOZA ISTÎFAKIRINA BUTFLÎQA NÛ DIBE… GEL LI SER PÊYAN E

Artêşa Cezairî doza xwe ji bo istîfakirina Butiflîqa nû dike.
Gel jî li ser pêyan e.

Serokê artêşa Cezairî Ehmed Qayîd Salih dîsan doza xwe ji bo bidûrxistina serok Ebdul Ezîz Butiflîqa ji serokatiya welêt nû kir.

Salih di daxuyaniyekê de got pêkanîna madeya 102an çareseriya herî guncaw a aloziya welat e.

Wî teqez kir ku ev pêşinyar ya tekane ku rewşa siyasî ya aram misoger dike ye û got:

Welatê me ji ti pêşketinên neyînî yên vê aloziyê re ne amade ye.

Salih anî ziman ku çi pêşinyarên din ên ne li gorî destûrê ew xetek sor e û artêş wê li hember wan bisekine.

Salih destnîşan kir ku piraniya gelê Cezairê ev pêşinyar perjirandiye lê hinek alî hene axaftinên me vala derdixînin.

Piştî vê daxuayaniyê bi sedan kes bi slogana “artêş û gel yek in” daketin qadan.

Leave a Reply

Back to top button