DYA xwe ji bo cezayên berfireh yên li dijî Belarûsê re amade dike

Daxistina bi zorê ya belafira rêwiyan û binçavkirina rojnamevanê mixalif Roman Protaseviç ji aliyê hikumeta Belarûsê ve rastî hêrsa DYA hat. DYA li dijî Belarûsa serê şorê xwe toj kir û cezayan dibire.

Berdevka Koşka Spî Jan Paski bi daxuyaniyek nîviskî ragihandan ku li dijî Belarûsê amadekariyên ferzkirina cezayên berfireh tê kirin.

Jan Paski got:

Daxistina bi zorê ya belafira ku li ser asmanê du welatan difiriya binpêkirina mafên dewletî ye.

Paski diyar kir ku wê 3 Hizêranê li dijî 9 şîrketên Belarûs ku beriya niha ji cezayan hatibûn afû kirin, carek din ceza were birîn.

Ferzkirina cezayan wê bi hevkariya hevalbendên Ewropayê pêk werin.

Hikumeta Belarûsê 23 Gulanê belafira Ryanaîr ya 123 rêwî ji Yewnanistanê dibir Lîtvanyayê, bi îdayên hebûna bombeyekê li Mînsekê danî.

Rojnemevanê mixalif Roman Protaseviç damezrîner û edîtorê berê yên hesabên Medyaya civakî bi îdayên ku tevlî çalakiyên terorî bûye hat binçav kirin.

Li dijî vê yekê welatên YE bertek nîşan dabû.

Serokdewletê Rûsya Vladimir Pûtîn ji piştevaniya Belarûsê kiribû.

Back to top button