DYA..Komarparêzan rê neda êrîşa ser Kongrê were lêkolînkirin

Senatorên Komarparêz yên DYA, pêşnûmeya komisyonek lêpirsînê derbarê êrîşa 6’ê Çile li dijî avahiya Kongreyê de red kir.

Di dema dengdanê de, li Dîwana Giştî ya Senatoya DYA yê 54 senatoran dengê “erê”, 35’an dengê “na” bikar anî.

Ji bo pêşnûme ketiban nîqaşê pêwistî bi 60 dengan hebû.

Lê Senatorên Demokrat nekarîn rêjeya pêwist ya dengan bidest bixin.

Balkêşe ku di dema denganê de 6 senatorên Komarparêzan jî piştevaniya Demokratan kirin û dengê “erê” bikar anîn.

Redkirina avakirina komisyonekê ji bo şopandina bûyera 6’ê Çile, ji bo Serokê berê yê DYA Donald Trump weke “serkeftinekê” hate nirxandin.

Her wiha ev yek weke piştevaniya ji bo Trump ya di nava Komarparêzan de jî hate şîrovekirin.

6’ê Çileyê ji ber serdegirtina alîgirên Trump ya li ser avahiya Kongreyê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Trump ku ji ber sorkirina gel ya çalakiyan dihat dadgehkirin.

Di dadgeha meha Sibatê pêk hatî de, Trump careke din ji aliyê Senatorên Komarparêz ve hatibû xelaskirin.

Back to top button