Şervanê HRE Yûsif Bekir li Helebê hat oxirkirin

Şêniyên taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê yên Helebê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Şervan Dîgor oxir kirin.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Yûsif Bekir bi nasnav Şervan Dîgor di qonaxa duyemîn a berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana şehîdan merasîmek hat lidarxistin..

Bi sedan ji şêniyên taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê tevli merasîma oxikrirna cenazeyê şehîd bûn..

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û malbata şehîd axaftin hatin kirin..

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan û hemû cangoriyên azadiyê bîranîn..

Piştrî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin .

Cenazeyê şehîd Şervan di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û rizgarkirina Efrînê de hate oxirkirin .

Back to top button