Desteya Tendirustiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî 17500 derziyên Astra Zeneca şandine herêmê û di dawiya meha hezîranê de jî dê hejmareke din bişîne.
Piştî gelek bang û hewldanên Desteya Tendirûstî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bidestxistina derzîya Corona, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî 17500 derzî şandin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Hevserokê Desteya Tendirûstî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa derbarê vê yekê de ji ajansa Hawarê re axivî û diyar kir ku ew bi dewamî bi Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî re di nava têkiliyan de ne.
Ciwan Mistefa da zanîn ku heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 720 kes ji ber vîrosa Corona jiyana xwe ji dest dane, lê tevî hemû bangên wan jî, Rêxistina Tendirustiyê ya Cihanî çavên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digirtin.
Mistefa diyar kir ji bo parastina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Corona, wan gelek hewldan kirin da ku derzîyên dijî vîrûsa Corona bi dest bixin, û di encamê de 17500 derziyên Astra Zeneca ESTRA ZÊNÎKA hatin şandin.
Ciwan Mistefa: derzî dê li ser kadroyên tendirustiyê bêne belavkirin
Hevserokê Desteya Tendirûstî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku di destpêkê de, dê derzî li ser kadroyên tendirustiyê bêne belavkirin ji ber ew di xeta yekemîn a parastina dijî vîrûsa Corona ne û hejmara derzîyan têre wan tenê dike.
Ciwan Mistefa bi bîr xist ku Rêxstina Tendirûstiyê ya Cîhanî soz da ku ew ê di dawiya meha hezîranê de derzîyên din bişînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Mistefa da xuyakirin ku pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûuriyê bi milyonek derzî heye.
Hejayî bibîrxistinê ku ev cara yekem e ku Rêxistina Tendirustiyê alîkariyên tendirustî dişîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.