DAIŞ’ê bi dîmenekî şehîdxistina ciwanê Germiyanî Celal Baban eşkere kir

Polîsê Germiyanî Celal Baban ê ku DAIŞ’ê berî sal û 7 mehan ew revandibû, şehîd kir.

Çeteyên DAIŞ’ê duh li ser medyaya xwe dîmen û wêneyên kuştina Celal Baban belav kirin.

Celal Baban polîs bû, di heman demê de bi cotkariyê ve xerîk dibû.

Sala 2019’an dema ku digel xizmekî xwe diçe gundê Narînê yê Qeretepeyê, çeteyên DAIŞ’ê wan direvînin.

Xizmê Celal piştî demekê hat berdan, lê ew ji ber daxwaziyeke DAIŞ’ê girtî ma.

Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ’ê berî 6 mehan Celal kuştiye, lê dîmenê kuştinê nû hatiye belavkirin.

Hêzên Ewlehiyê li Nînewayê 12 DAIŞ’î girtin

Di çarçoveyê de, ewlehiya Îraqî li Nînewayê 12 DAIŞ’î di 2 operasyonên cuda de girtin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyî da zanîn ku ev çete di lêpirsînê de, li ser beşdariya operasyonên dijî sivîl û hêzên Îraqî mikur hatine.

Back to top button