Şandeyek Îtalî tevî astengiyan jî serdana Şengalê kir

Ji bo naskirina pergala xweser a Şengalê şandeyek Îtalî serdana Şengalê kir.

Şandeya Îtalî duh xwest serdana Şengalê bike, lê hêzên Iraqê li navçeya Tilaferê rê li pêşiya şandeya Îtalî ya ku dixwest derbasî Şengalê bibe girt û rê neda derbas bibe.

Şandeya ku ji bijîşk, rewşenbîr û çalakvanên mafê mirovan pêktê, li ser israra zêde karî derbasê Şengalê bibe.

Tê gotin wê şande îro li gel saziyên Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê rêze hevdîtin pêk bîne.

Back to top button