DENGDAYÎN DEST PÊ KIRIYE Û GEL LI SER SENDOQAN E

Îor 31’ê Adarê ye .. roja hilbijartina Herêmî li Tirkiyê ye .
Gel bi mehan e li benda vê rojê ne da ku dengê xwe ji bo rastiyê bi kar bîne .
Ji se’etên sibehê ve dengdayîn destpêkiriye û bi coş û kelecanek mezin HDP’î berê xwe dane sindoqan û biryara serkeftina li dijî qeyûman dane .
Her bi destpêkirina dengdanê de dek û dolabên AKP’ê jî dest pê kir.

Gel li benda vê rojê gelekî ma..

Îro 31’ê Adarê ye .. Roja hilbijartina herêmî li Tirkiyêye.

Roja serkeftina li dijî qeyûman e .

Ji sibehê ve dengdayîn dest pê kiriye û gel bi biryara serkeftinê û hestên welatparêziyê berê xwe didin sindoqan û ji rastiyê re , ji HDP’ê re deng didin.

Li tevahiya Tirkiyeyê 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr di 194 hezar 390 sindoqan de dengên xwe bikar bînin.

Li 32 bajaran dengdayîn saet di 07.00’an de dest pê kir.

Li bajarên din jî saet di 08.00’an de dengdayîn dest pê kir.

Gel li benda vê rojê gelekî ma..

Îro 31’ê Adarê ye .. Roja hilbijartina herêmî li Tirkiyêye.

Roja serkeftina li dijî qeyûman e .

Ji sibehê ve dengdayîn dest pê kiriye û gel bi biryara serkeftinê û hestên welatparêziyê berê xwe didin sindoqan û ji rastiyê re , ji HDP’ê re deng didin.

Li tevahiya Tirkiyeyê 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr di 194 hezar 390 sindoqan de dengên xwe bikar bînin.

Li 32 bajaran dengdayîn saet di 07.00’an de dest pê kir.

Li bajarên din jî saet di 08.00’an de dengdayîn dest pê kir.

BULDAN: LI AMEDÊ TEMAŞEKIRINA ÇÛYÎNA QEYÛMAN XWEŞ E

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li dibistanek Navçeya Bakirkoya Stenbolê dengê xwe da .

Buldan got:

“Ez ê ji vir biçim Amedê.

Ji Amedê temaşekirina çûyîna qeyûman wê bêtir zewqek mezin bide min.”

DERSIM DAG Û PARLAMENTERÊN HDP’Ê JÎ DENGÊN XWE DAN

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag ku ji bo bidawîbûna tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ye, dengê xwe da.

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Amedê, Wan û Qersê çûn ser sindoqan û dengên xwe bikar anîn.

LI BISMILA AMEDÊ LEŞKERAN XWEST JI DÊVLA GUNDIYAN DENG BI KAR BÎNIN

Li aliyê din wek her carê zextekarî û hîleyên AKP’ê di vê hilbijartinê de jî xwe dan der.

Hat diyarkirin ku li gundê Koperî yê navçeya Bismilê, fermandarê qereqolê “dengên vekirî” li gundiyan ferz kiriye, gef li gundiyan xwariye û gotiye:

“Hûn ê dengê xwe tenê bidin cihekî. An jê ez ê ji dêvla we raya we bi kar bînim.”

SEXTEKARIYA AKP’Ê DI HILBIJARTINÊ DE DEST PÊ KIR

Ji bajarên mîna Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya polîsan veguhezandin Navçeya Xelfetiyê.

Bêyî ku belgeya jimara 142’an a polîsan hebe deng bikar tînin.

Li Gundê Hîlali yê navçeyê ji ber dengên vekirî hatin bikaranîn dengdayîn hat rawestandin.

Di navbera HDP’î, polîs û AKP’iyan de nîqaş derket.

Parêzeran got divê dengên vekirî hatine bikaranîn bên betalkirin.

Hate ragihandin ku li gundê Osyan ê Sêrtê jî heman rêbaz hebû.

Leşkerên Tirk zextê li gundiyan dikin ku bi rengekî eşkere dengê xwe bidin AKP’ê.

Li Navçeya Elkê ya Şirnexê tevî ku esker ne wezîfedarên fermî bûn jî bi unîformayên xwe eskerî xwestin deng bikar bînin.

Wezîfedarên HDP’ê yên sindoqan esker hişyar kirin.

Esker neçar man ku unîformayên xwe derxin.

92 KESAYETÊN JI EWROPAYÊ WÊ BAJARÊN KURDAN BIŞOPÎNIN

Li ser daxwaza Parlementerên HDP’ê yên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî 92 kesn ji parlementer, borokrat, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan pêk tên ji bo şopandina hilbijartina herêmî hatine herêmê.

Parlementera Federal a Partiya Çep a Elman Sabîne Leidig jî anî ziman ku bi armanca destekdayîna bi HDP’ê re hatine û got:

“Em piştgiriya HDP’ê dikin. Ji bo me partiyeke mînak e.”

Leave a Reply

Back to top button