Hêzên taybet ên Îraqê bo herêmê Kesk hatin şandin

Ji ber arandina navbera Kazimî û Heşd El-Şebî de, hêzên taybet ên artêşa Iraqê ber bi herêma Kesk ve çûn.

Fermandarê giştî yê hêzên Iraqî Mustefa El-Kazimî, lîwaya yekem a hêzên tayber şand herêmên Kesek a hikûmî û naverstê.

Li gorî Mustefa El-Kazimî, ev rêkar ji bo xurtkirina hebûna hêzên ewlehî yên Iraqî li hindir herêmê û piştî arandina dawî bi Heşd El-Şebî re pêk hat.

Ev arandina navbera Kazimî û Heşd El-Şebî de, piştî girtina fermandarî operasyonên Enbar yê Heşdê Qasim Muslih, çêbû.

Wezîrê parastina Iraqê Cima’ Inad gotibû çekên Milîsên çekdar, dewletê natirsîne, di heman demê berdana girtiyê Heşdê Qasim red kiribû.

Back to top button