Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 80 kes bi Coronayê ketin

Deseteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand 3 kes ji ber coronayê jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Dseteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku jinek li Hesekê û 2 mêr li Qamişlo jiyana xwe ji dest da.

Da zanîn jî ku 30 rewşên nû yên vîrûsa coronayê li herêmê hatin tomarkirin û 6 pêketiyên corona baş bûn..

Bi van daneyên nû re, jimara giştî yên pêketiyan li herêmê bû 17 hezar û 828, jê 726 mirin, her wiha hezar û 798 kes jî baş bûn.

Back to top button