Şam: Tirkiye xaka Sûriyê bi qasî 4 rûberên Colanê dagir kiriye

Hikumeta Şamê diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê bi qasî 4 caran ji rûbera Colanê, xaka Sûriyê dagir kiriye û qutkirina Tirkiyê ji ava Feratê re rexne kir. 

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê Beşar El-Caferî di hevdîtineke li gel televizyoneke bi ser hikumeta xwe ve got:

Li Sûriyê bi qasî 4 caran ji rûbera Colanê, Tirkiye xak dagir kiriye.

Beşar El-Caferî destnîşan kir ku bi qutkirina Tirkiyê ji avê li ser Bakurê Sûriyê re, ziyaneke ku nayê pîvan gihandiye gelê Sûriyê û niyetên wê yên li dijî cîrantiyê eşkere dike.

Şam: Ziyana ku Tirkiyê gihandiye gelê Sûriyê nayê pîvan

El-Caferî bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de û idia kir ku hin hevdîtin di navbera wan de hatine lidarxistin, lê ev hevdîtin bê-encam bûn.

Back to top button