Macron hişyariya vekişîna hêzên Fransa ji Malî da

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron hişyariya vekişîna hêzên xwe ji Malî da û got: Piştî darbeyê meylek ber bi ‘Îslamiya tundrew’ ve heye ger ev yek pêk were wê leşkerên xwe vekişînin.

Emmanuel Macron ji rojnameya Journal de Dimanche (JDD) re axivî û wiha got,

“Min ji Serokdewletê Malî Bah N’Daw re wiha got,

‘Heta ku leşkerên me li wir be li Maliyê Îslamiya tundrew ti carî nayê qebûlkirin.

Îro li Maliyê meyleke bi vî rengî heye.

Lê belê eger ber bi wir ve biçe, ez ê vekişînim.”

Macron di mijara biserneketina polîtîkaya pêşveçûnê ya li Efrîkayê hişyarî da û got,

“Bi rengekî eşkere dibêjim, eger em li Efrîkayê hevkarê sûcê serneketinê bin, em ê hesab bidin.

Lê di heman demê de bi taybetî di mijara koçê de em ê berdêlên giran bidin.”

Fransa di operasyona bi navê Barkhaneyê de bi 5.100 leşkerên xwe piştgiriyê dide artêşa Maliyê.

Li Maliyê, ji sala 2012’an ve komên cîhadîst di nava liv û tevgerê de ne.

Komên ku li bakurê welêt der bûn, li nava welêt belav bûn.

Back to top button