Şêniyên Başûrê Kurdistanê dest bi meşa Mertalên Zindî kir

Gelê başûrê kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê bi pêşengtiya ciwanan meşiyan. Di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de, ji Koyê heya Behdînanê meşa mertalên zindî da destpêkirin.

Lê asayîşa PDK’ê nehişt ku Mertalên Zindî li dijî dagirkeriya Tirk bimeşin û çalakî asteng kir. Li ser vê yekê çalekvanan ragihandin eger destur neyê dayîn, ewê çalakiya xwe veguherînin çalakiya rûniştinê.

28’ê Gulanê, Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qendîlê li dijî dagirkeriya Tirk, Pêngava, “Werin Cenga Azadiyê” da destpêkirin.

Di çarçoveya pêngavê de, îro bi beşdariya şêniyên herêmên Başûrê Kurdistanê ji Koyê heta Behdînanê meşa dirêj a mertalên zindî destpê kirin.

Meşa seat 11’ê nîvro, li Filkeya Sewz a Koyê dest pê kir, ber bi Hewlêrê ve bi rê ket.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê û bi taybet jin piştgirî dan meşê û di refên pêş de cih girtin.

PDK’ê meşa Mertalên Zindî asteng kir

Lê meşa ku wê heta Behdînanê dewam kiribe ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin.

PDK’ê nehişt ku Mertalên Zindî li dijî dagirkeriya Tirk bimeşin.

PDK’ê hêzeke leşkerî şand pêşiya meşvanên ‘Mertalên Zindî’ da ku asayîşa Dêgele derbas nekin û nehêlin çalekvan derbasî Behdînanê bibin.

Hate gotin, hêzên asayîşê rê nedan rojnamevan jî çalakiyê bişopînin û astengî derxistin.

Çalakvanan jî hewl dan bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin û meşa xwe dewam bikin.

Ciwanên Başûr: Em astengiyê nasnekin, xwe bighînin gerîla

Lê tevî hemû hewldanên meşvanan jî, destûr ji aliyê asayîşê û walîtiya Hewlêrê ve ne hate dayîn ku çalakiya ‘Mertalên Zindî’ dijî dagirkeriyê dewam bike.

Girse piştî çalakiya rûniştinê, daxuyanî da çapemeniyê û hate gotin, ewê çalakiyên xwe bidomînin û mil bi milê gerîla li dijî dagirkeriyê rawestin.

Back to top button