Hêzên hevbeş ên Yemenî baregehên çekdarên Hûsî yên li eniya El-Berhê ya li perava rojavayî, topbaran kirin.
Di encama topbarankirinê de, jimareke çekdar hat kuştin û erebe hatin rûxandin.
Duh şevê jî, hêzên hevbeş li başûrê Hudeydayê hewldaneke êrîşa Hûsiyan têk birin û gelek ziyan li wan kirin.
Artêşa Yemenî li Cewf û Meiribê nêzî 19 Hûsî kuştin
Di çarçoveyê de, artêşa Yemenî bi piştgiriya balafirên Hevpeymaniya Erebî, li parêzgeha Cewf û Meiribê, nêzî 19 çekdar kuştin.
Projeya “Mesam” a Siûdî ya rakirina mayinên li Yemenê, ragihand ku wan di meha Gulanê de 2 hezar 138 mayinên ku Hûsiyan çandibûn, bêbandor kirin.



