“NY” dê destekê bide kampên “Waşûkanî” û “Serê Kaniyê”

Piştî du salan ji koçberiyê, Rêxistinên alîkariyê yên girêdayî “NY” dê alîkariyê pêşkêşî koçberên Serê Kaniyê bikin û kampên wan ji aliyê NY ve bên naskirin

Hevseroka Buroya Karûbrên Koçberan a Herêma Cizîrê Gulîstan Oso ji Ronahî TV re diyar kir ku, rêxistinên peywendîdar bi karûbarên koçberan û girêdayî “NY” ne, dê di demeke nêz de alîkariyê derbasî Kampên “Waşûkanî” û “Serê Kaniyê” yên li Hesekê bikin.

Ev koçber piştî êrîşa Dewleta Tirk di dawiya sala 2019’an de ji cihê xwe koçber bûne û bi sedema Hikûmeta Şamê, “NY” ew nas nedikirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rêxistinên “NY” bi awayekî fermî destekê didin kampên “Hol û Roj”, lê 4 kampên li Şehbayê hîna jî weke wargehên koçberan ji aliyê wan ve nehatine naskirin.

Back to top button