GIRTIYÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê: EM DIXWAZIN VEGERIN TIRKIYÊ ÇI KU JI BO ME CIHÊ HERÎ BI EWLE YE

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di şerê xwe yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran çete girtin.
Di hevpeyîvînekê li gel ajansa HEWAR’ê de 4 çeteyên DAIŞ’ê dibêjin em dixwazin herin Tirkiyê ji ber ku ji bo me cihê herî bi ewle ye.
Di her axaftinekî çeteyekî DAIŞ’ê de piştgiriya Tirkiyê ji çeteyan re ku di lîsteya terorê de ne diyar dibe û ji raya giştî re tê eşkerekirin.
Weke ku gelek rayedar û çavdêrên siyasî dibêjin heta ku faşîzma Tirkiyê heye xeteriya jinûve avabûna çeteyan jî heye.

Ji destpêka şerê QSD`ê li dijî DAIŞ`ê ve, bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di pêngavn de hatin girtin û niha li cem QSD’ê girtîne.

Ajansa ANHA’yê bi 4 çeteyan re hevpeyvîn çêkir.

Yek ji wan çeteyan çeteyê bi navê Ataief Qorman Elî yê ji Komara Daxistanê ye, sala 2015`an tevlî çeteyên DAIŞ`ê bûye.

Dema ji çete Qorman Elî hat pirsîn gelo dema tu werî berdan tuyê herî kur, ev bersiv da:

A herî baş Tirkiyê ye… Tirkiye herî bi ewle ye.

Dema tevlîbûm ez ji Daxistanê hatim Stenbolê û ji wir jî derbasî Sûriyê bûn.”

Çeteyê bi navê Mihemed El-Xenûşî ku ji Rûsyayê ye, got Tirkiye ji bo çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê revîne, cihê herî ewle ye.

Tirkiye ji bo me baş e, ji ber ku me radestî Rûsyayê nake. Di rewşên herî xerab de, em ê salekê li Tirkiyê bikevin zindanê û piştre jî em ê jiyana xwe bi awayekî normal dewam bikin.

Çeteyê bi navê Awaro Silêmano jî ku bi navê Ebû El-Bera tê naskirin, alîkariya dewleta Tirk ji çeteyan re piştrast kir û ev tişt anî ziman:

Wê Tirkiye belgeya hemwelatîbûnê bide DAIŞ`iyan.

Li Tirkiyê dibe ku em salekê bikevin zindanê, lê piştre em ê belgeya hemwelatîbûnê wergirin û vegerin jiyana xwe ya normal.”

Têkiliya min li gel hevalên min ên ku berê li Tirkiyê hatibû girtin, hebû.

Hevalên min gotin ew piştî demekê derketin û bi awayekî normal dijîn.

Çete Maghomadov Mensûr ê ji bajarê Xeroznî yê Şîşanê, destnîşan kir ku ew ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bû û wiha anî ziman:

Derbasbûna ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve pir hêsan e.

Bi van bersivan jî careke din derdikeve holê ku çavkaniya çeteyan û kirinên wan dewleta Tirk a dagirker e.

Weke gelek caran hatî belegekirin jî dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve, destek da çeteyên DAIŞ`ê û axa xwe ji bo derbasbûna çeteyan vekir.

Hêzên QSD’ê jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hezaran çeteyên ji dewletên cûda girtin.

Gelek ji van dewletan jî red dikin ku welatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin.

Leave a Reply

Back to top button