Mihemed Biniyan: Rêveberiya Xweser projeyeke niştîmanî ye

Serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî Mihemed Biniyan da zanîn ku Rêveberiya Xweser projeyeke niştîmanî ye û armanc jê parastina xaka Sûryê.

Serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî bang li hikûmet Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweser re rûnê, aloziya Sûrî çareser bikin.

Roj bi roj bangên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser him di qada cîhanî him jî di gada Sûrî de zêde dibe.

Yek ji van banga, banga Serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî Mihemed Biniyan bû.

Serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî diyar kir ku şerê nabera komên çete û rejîma Sûriyê aloziya sûrî kûrtir kir, lê projeya Rêveberiya xweser weke çareserî derket holê.

Mihemed Biniyan got:

“Bi projeya netewa demokratîk, ango Rêveberiya Xweser di nav vê aloziyê de derket holê û hemû tevna civakî parast.

Hemû beşên civakê jî xwe di vê pergalê de dît. Ev pergal çend sale ji aliyê xizmetguzarî, ewlehî bê cûdahî hemû pêkhateya diparêze.”

Serokê Desteya Nîştimanî diyar kir ku Rêveberiya Xweser ti gefan li hikumeta Şamê nake, ji bo çareseriya aloziya Sûrî wê bihêztir dike.

Mihemed Biniyan daxuyakirin ku hikûmeta Şamê bi li hevkirina Rêveberiya xweser re dikare projeyek hevbeş pêkbîne, daku berjewendiyên gel biparêze.

Serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî Mihemed Biniyan diyar kir ku ew weke Rêveberiya Xweser dijî perçebûna axa Sûrî ne, dixwazin gel xwe bi xwe rêve bibe.

Serokê Desteya Nîştimanî ya Erebî bang li hikûmeta Şamê kir ku ji bo çareseriyê deriyê diyalogê bi Rêveberiya Xweser re veke.

Mihemed Biniyan: Dewleta Tirkî kesên ku temsîla civaka Ereb nakin bikartîne

Derbarê êrîşên dewleta Tirkî de jî Mihemed Biniyan da zanîn ku Erdogan dîktator e, ditirse ku fikrê Rêveberiya Xweser derbasî hundirê welatê wî bibe, ji ber wê êrîş dike.

Mihemed Biniyan dazanîn ku Erdogan ji bo pêşî projeya Rêveberiya Xweser bigre hin kesên ku civaka Ereb temsîl nakin, bi navê muxalefetê bikartîne.

Back to top button