Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê avahiya poliklinîk sererast dike

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan avahiya poliklinîk sererast dikin.

Girêdayî mijarê, çavdêrê projeya sererastkirinê Ebdurehman Mihemed ji Ajansa Hawar’ê re diyar kir ku ev projeya wan dest pê kiriye derdora 90 rojî wê dewam bike.

Ebdurehman Mihemed got:

“Ji ber zêdebûna rewşên nexweşiya Corona yê û zextên li ser navendên tenduristiyê yê Reqa, me pêwîstî dît bi dest pêkirina pirojeya sereraskirina poliklinîkan.

Da ku ev piroje bi dawî bibe wê testan ji kesên ku bi vîrusa Coronayê ketine çêkin.”

Mihemed di dawiyê de daxuyakirin ku wê xebatên wan berdewam bikin,da ku rewşa xebatên tenduristî ya Reqa û gundewarên wê baş bibe.

Back to top button