Hesen Ozguneş: Divê ti kes li hember tecrîdê bêdeng nemîne

Nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo zêde dibin.
Parlementerê HDP’ê Hesen Ozguneş jî got, “Ger Ocalan azad bibe, wê Pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkên Tirkiyê çareser bibin. Ji bilî azadiya Ocalan çareyeke din tune ye.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ji bo Rêber Apo ku dikare aloziya li Rojhilata Navîn û Tirkiyê çareser bike divê şertên azad bên afirandin.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan ku her diçe giran dibe li welat û derveyî welat nerazîbûn zêde dibin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan -HDP’ê Hesen Ozguneş, derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de axivî.

Ozguneş diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re Pirsgirêka Kurd jî kûr dibe û got:

“Ger Ocalan azad bibe, wê Pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkên Tirkiyê çareser bibin. Ji bilî azadiya Ocalan çareyeke din tune ye.”

Ozguneş, bal kişande li ser çalakiya greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ku zêdetirî 6 mehan e didome û wiha got:

“Li girtîgehan girtî li ber xwe didin. Kesên ku ji xwe re dibêjim em welatparêz, demokrat, kedkar û xwedî wijdan in, partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê divê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”

Berdan Ozturk: Navenda çareseriya şer û alozyan Îmralî ye

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Berdan Ozturk jî derbarê tecrîda li Îmraliyê de axivî û diyar kir ku divê ji bo rêber Ocalan ku dikare rûyê Rojhilata Navîn û Tirkiyê biguherîne, şertên azad bên çêkirin.

Ozturk, wiha got,

“Tecrîd nîşan dide ku Tirkiye di Pirsgirêka Kurd de wergeriyaye gotinên şer ên berê. Perspektîfên Birêz Ocalan ên dema Pêvajoya Çareseriyê pêşiya Tirkiyê vekirin û ji bo gelan bûn hêvî. Lê îro welat kirine rewşeke din. Dagirkirina Başûr û Rojava bi tecrîdê ve girêdayî ye.”

Hevserokê KCD’ê diya rkir ger tecrîd rabûya û dengê Ocalan bigihîşta civakê ev êriş nedihatin kirin û da zanîn heta ku Pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk jî çareser nabe û navenda çareseriyê Îmralî ye.

Back to top button