Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê û Galler greva birçîbûnê ya bêdem û bê-dorveger ya 15 çalakgeran di roja xwe ya 105’an de didome.
Di vê çarçoveyê de wê 1’ê Nîsanê li ber Konseya Ewropayê û Parlamentoya Federal a Berlînê çalakiya rûniştin û greva birçîbûnê dest pê bike.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û NAV-DEM’ê bi daxuyaniyên cûda bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku bi girseyî tevlî çalakiyan bibin û xwedî li daxwazên berxwedêrên grevên birçîbûnê derkevin.
Li Strasboûrga Fransayê greva birçîbûnê ya bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam dike.
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê û Galler ya Birîtaniyayê greva birçîbûnê ya bêdem û bê-dorveger ya 15 çalakgeran di roja xwe ya 105’an de didome.
Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya bi berxwedêren greva birçîbûnê re didomin.
Di vê çarçoveyê de wê 1’ê Nîsanê li ber Konseya Ewropayê û li ber Parlamentoya Federal a Berlînê çalakiya rûniştin û greva birçîbûnê destpê bike.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê bang li Kurd û dostên wan kir ku tevlî çalakiyan bibin.
TJK-E diyar kir ku êşkenceya li Îmraliyê sûc û binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.
Lewma di serî de Konseya Ewropayê û CPT, saziyên Ewropî bi bêdengiya xwe dibin hevkarê vî sûcî.
TJK-E bi bîr xist ku grevên birçîbûnê gihiştine asteke kirîtîk û ev bang kir:
Divê her kes bi rihê seferberiyê tevbigere û bi taybet jî jin.
NAV-DEM: EM BI GIRSEYÎ TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN
NAV-DEM’ê jî bi heman armanca daxuyaniyek da û banga tevlîbûna çalakiyan kir.
NAV-DEM’ê di banga xwe de wiha got:
Divê her kes di navbeyna 1 û 4’ê Nîsanê de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê û 2 û 5’ê Nîsanê li Berlînê amade bin û destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê û ya rûniştinê.’