Ji bo başkirina rewşa Lîbyayê di warê ewlekarî û aboriyê de, bi serkêşiya Serokê hikumeta Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe şandeyek wê serdana Fransa bike.
Ebdulhemîd El-Debîbe dê hevkariya leşkerî, ewlehî, aborî û bi taybet di aliyê petrol û gazê de nîqaş bike.
Her wiha wezîrê karên derve, wezîrê parastin, aborî, veguhastin, petrol û tenduristiyê dê bi El-Debîbe re serdana Fransayê bikin.
Duh di serdana Cezaîrê de, serokê hikumeta Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe ji serokê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebûn xwest ku beşdarî lihevkirina neteweyî bibe.
Hikumeta demkî ya Lîbya dixwaze heta 24’ê Kanûna 2021’an a dema hilbijartina giştî li welat, rewşa aloz ya heyî bi dawî bike.