Piştî du mehan ji danûstandinan li Viyana nîşaneyên çareseriyê diyar dibin

Piştî du mehan ji danûstandinên Peymana Nûkleerî li Viyanayê, Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Saîd Xetîbzade ragihand ku ew êdî derbasî qonaxa dawî ya danûstandinan bûne.

Saîd Xetîbzade li ser mijarê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser daxuyaniya Nûnerê Daîmî yê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Sefîr Mîxayîl Ulyanov ku ragihandibû ” tê texmîn kir ku tura pêncemîn ya danûstandinan bibe ya dawî” Xetîbzade wiha got:

Dibe ku ev tura danûstandinên encamdanê be.

Heta niha di xebatê ku hatî kirin de pêşketinên girîng çêbûn.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê diyar kir ku heta niha di danûstandinên li Viyana de astengî derneketine.

Em ji bo lihevkirinê bi lez tevger nakin û nahêlin ku danûstandin ber bi xetmandinê ve biçin.

Xetîbzade anî ziman ku ji bo nîqaşkirina mijarên mayî ji baldarî pêwîste.

Ji 6’ê Nîsanê ve berpirsên bilind yên YE, Çîn, Fransa, Almaniya, Rûsya, Brîtanya û Îranê ji bo Tehran û Waşîngton bigihejin lihevkirinê, turên danûstandinan li paytexta Awûstûraliya Viyanayê pêk tînin.

Back to top button