Şoygu: Heta dawiya salê wê 20 yekîneyên leşkerî li Başûrê welat bicih bibin

Rûsya careke din artêşa xwe dixe tevgerê.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku Rûsya dê heta dawiya salê 20 yekîneyên leşkerî li ser sînorê rojavayê welêt bicîh bike.

Sergey Şoygu ragihand ku di çarçoveya bersiva çalakiyên NATOyê de, ew ê heta dawiya sala 2021’an, 20 yekîneyên leşkerî li ser sînorê rojavayê welêt bicîh bikin.

Şoygu got,

“Çalakiyên hevkarên meyên Rojavayî pergala ewlehiya cîhanê têk dide, têk dibe û me neçar dike ku gavên berber bavêjin.

Dê heta dawiya salê li Navçeya Leşkerî ya Rojava nêzîkî 20 yekîneyên leşkerî werin bicîh kirin.”

Back to top button