Remziya Mihemed: Têkoşîna me ya li dijî siyasetên qirkirina jinan berdewam e

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed anî ziman ku ew ê piştgiriyê bidin kampanya “li dijî siyasetên qirkirina jinan” û diyar kir ku ew ê heya dawî suc û binpêkirinên li dijî jinan tê kirin eşkere bikin, li dijî wan berxwebidin û got; Ji bo têkbirina dagirkeriyê, pêwistî bi têkoşînek xurt heye.

Ofîsa Ragihandinê ya Rêxistina Têkiliyên Derve ya Jinên Kurd REPAK û Kongra Star jî di nav de 73 rêxistinên jin û 181 kesayetên jin li dijî siyasetên qirkirina jinan kampanyeke têkoşînê ya global dan destpêkirin.

Kampaniya bi diruşma “Ji bo jiyan, edalet û têkoşîna bidestxistina azadiyê, em tevna parastinê birêsin û qirkirina jinê ya siyasî rawestînin” e.

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed, armanca destpêkirina vê kampanyayê nirxand.

Remziye Mihemed diyar kir ku rejîmên kapîtalîst ên xwedî desthilata baviksalarî ku hegamoniya xwe li ser cîhanê didin meşandin, jinên siyasetmedar û çalakvan dikin armanc.

Remziye da zanîn ku li hemberî van sûcan têkoşîneke xurttir û çalakiyên berfirehtên tên xwestin.

Remziya Mihemed: Me gelek belge amadekirine da ku di dadgehên navneteweyî de werin eşkerekirin

Remziye Mihemed destnîşna kir ku ew di Kongra Star de dê piştevaniya kampanya bikin û plansaziyên dempêş deynin.

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed herî dawî bang li tevahî rêxistin û saziyên jinan kir ku tev li kampanyayê bibin û asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

Back to top button