Siyasetmedara Kurd Gulten Kişanak a ku niha di girtîgeha dewleta Tirk de ye, hêjayî xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a Sala 2021’an hate dîtin.
Li Almanyayê ji sala 2007’an û vir ve du salan carekê Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn tê dayîn.
Xelata sala 2021’an dan siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak a di Girtîgehê de ye.
Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser medya civakî xelat ragihand û got;
“Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a Sala 2021’an hêjayî Gultan Kişanak hate dîtin. Em wê pîroz dikin. Li derve û hundir em ê vi piştgiriya jinan li dijî pergala mêrserwer têkoşîna xwe bidomînin.