Di girtîgeheke çeteyan de ciwanek û jineke temenmezin jiyana xwe ji dest dan

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtîya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roj bi roj zêde dibin.
Di girtîgehên dagirkeran de ciwanek û jineke 64 salî di bin êşkenceyê de hatin kuştin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî eşker kir ku di nav vê mehê de 12 sivîl ji Efrînê hatin revandin.

Dewleta Tirk a dagirker asta sûc û hovîtiya xwe ya li dijî Efrîniyan zêde dike.

Malpera Afrinpost ragihand ku jina Kurd a bi navê Mewlîda Niman a 64 salî ya ji gundê Bozîkê yê navçeya Cindirêsê di girtîgeha El-Raî de di bin êşkenceyeke giran hat kuştin.

Çeteyan agahî da malbatê ku Mewlîde di encama kirîza dil de, jiyana xwe ji dest da ye.

Nîsana 2019’an Mewlîda ji mala xwe ya li gundê Bozîkê yê navçeya Cindirêsê, hatibû revandin.

Di girtîgeha Babê a çeteyên Tirkiyê de jî ciwanê bi navê Kawa Umer ê 32 salî yê ji gundê Dargirê yê Mabata di bin êşkenceyên giran de hat kuştin.

Li gorî Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî, ji ber êşkenceyên giran hişê xwe winda kir û pişt re jiyana xwe ji dest da.

Îlona 2019’an, Kawa Umer tevî hevjîna xwe li bajarê Efrînê hatin revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûrî berî çend rojan eşkere kiribû ku di girtîgehên dagirkeran de, di bin êşkenceyê de 148 sivîl jiyan xwe ji dest dan.

Di meha Gulanê de 12 sivîl ji Efrînê hatin revandin

Li aliyekî din Navenda Baegekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî diyar kir ku ji destpêka vê meha Gulanê, çeteyên dagirkeriya Tirk 12 sivîl ji Efrînê revandin.

Li gorî vê;

1’ê Gulanê, ji gundê Kebeşîn yê Şêrewa du sivîl bi navê Ismaîl Cemo Heyder û Izedîn Cemo Heyder hatin revandin.

2’Gulanê, çeteyan bi ser gundê Dêwrîş yê navçeya Şera girt, kesên bi navê Idrîs Xelîl Elî û Mihemed Hisên Sîdo jî di nav de 5 sivîl revandin.

14’ê Gulanê, li gundê Xezewiyê yê Efrînê çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Hisên El-Şertot revand û li derdora gundê Basuta yê Şêrewa hatin kuştin.

20’Gulanê, li Taxa Mehmudiyê ya Efrînê sivîlê bi navê Dîyai Qasim El-Şihadet hat revandin.

26’ê Gulanê, ji gundê Meydan Ekbez yê navçeya Raco şêniyên bi navê Şewqî Mistefa Osman 65 salî û Horo Ehmed ê 37 salî revandin.

29’ê Gulanê jî çeteyan ji gundê Kefercenê yê Şera ciwanê bi navê Beşar Osman Osman revandin.

Back to top button