Endamê berê yê Rêveberiya PDK’ê Edhem Barzanî diyar kir ku ew nikare di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bimîne û ji ber vê jî ew ji Başûrê Kurdistanê derdikeve.
Endamê Parlamenta başûrê Kurdistanê Elî Salih jî li ber êrişên dagirkeriyê rabû û got: Bêdengiya partî û rêveberan, ji dagirkerî, şewitandin û birîna daran girantir e.
Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li se başûrê kurdistanê zêde dibe û li hemberî wê bêdengiya cîhanê û hikumeta başûr jî didome.
Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî doh derbarê dagirkeriya dewleta Tirk nameyek ji Serokatiyên Herêma başûr, Iraq, NY, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re pêşkêş kir û bal kişand ser metirsiya dagirkeriya xaka Başûr.
Piştî nameya Edhem Barzanî li herêmê rastî hin zext û nerazîbûnan hat.
Edhem Barzanî anî ziman ku ew bi ti awayî nikare di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bimîne û ji bo vê jî, bi îradeya xwe ew ji Başûrê Kurdistanê derdikeve.
Edhem Barzanî ji ANF’ê re axivî û diyar kir, li welatê ku dewleta Tirk dagir bike û li hemberî vê hikûmeta herêmê bêdeng bimîne ez nikarim lê bimînim.
Ez ji axa Kurdistanê ne-revîme. Di demeke nêz de ez ê bi Tevgereke Gel a Şoreşgerî vegerim ser axa xwe.
Xebatên min di vî alî de hene, baweriya min bi tu partiyan nîne. Tenê baweriya min bi Tevgerî Şoreşgerî heye.
Parlamenter Salih: Bêdengiya rêveberiyê ji dagirkeriyê girantir e
Her weha Endamê Meclîsa Nûneran a başûrê Kurdistanê Elî Heme Salih têkildarî êrîşên dagirkerî, talankirina xwezaya Kurdistanê û bêdengiya rayedarên hikûmetê rexne li partiyên siyasî, serokatiyên Parlamentoyê û Hikûmeta başûrê Kurdistanê kir û got:
Bêdengiya hizb û rêveberan ji dagikerî, şewitandin û birîna daran a Tirkiyê biêştire.
Leşkerên Tirkiye li deverên Başûr ên bi cih bûne, rê çêdikin, weke beşek xwe dibînin û ji Tirkiye rast e rast tên Xakûrkê.
Êşa me ew e ku Kurd hevkarên şewitandin û xwezayê bin.
“Divê çapemenî li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne”
Hunermendên navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê jî helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê anîn ziman.
Şanoger Helwest Nerîman û Mûzîkjen Herêm Kakeyî weha gotin:
Aliyên siyasî û çapemeniya Başûr li dijî dagirkeriyê bêdenge.
Dawiyê hunermendên Çemçemal tekez kirin ku pirsgirêka kurd ne bi çekê, bi dîyalogê çareser dibe.
Dayîkên Aştiyê: Bêdengî tê wateya hevkariya li gel dagirkeriyê
Dayîkên Aştiyê yên Başûr jî nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan dan.
Dayîkên Aştiyê bêdengiya li dijî dagirkeriyê şermezar kirin û gotin:
Bêdengiya li hember dagirkeriya Tirk xiyaneta herî mezin a li beramberî gelê Kurd e û bang li hemû aliyên beywedîdar kirin ku li dijî dagirkeriyê bibin yek.