Rûspiyên eşîrên ereban li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Rûspiyên eşîrên ereban ên li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û anîn ziman armanca van êrişan şikandina rihê berxwedana gelan e.

Rûspiyê eşîra El-Selman a li bajarê Hecînê Selah Îsmaîl El-Selman eşkere kir ” Xuya ye Dewleta Tirk bi van êrişan siyaseteke stratejîk dide meşandin ku vîna gelan bişikîne û hewl dide tevahî herêmê dagir bike.”

Rûspiyê eşîra El-Şêx Hemed, Cemîl Ataallah El-Ezawî jî anî ziman ” Mafên vî gelî heye ku li ser xaka xwe bi aştî bijî û ji bo parastina hebûn, dîrok û welatê xwe li ber xwe bidin.”

Rûspiyên eşîran dawiya axaftina xwe bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawiya van êrişan bînin.

Back to top button