HRE: Li Efrîn û Mar’ê 5 çete hatin kuştin 9 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand “Di encama çalakiyên li Efrîn û Mar’ê de, herî kêm 5 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.”

HRE’ê bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên navbera 26-231’ê Gulanê pêk hatine bi van agahiyan eşkere kir:

26′ ê Gulanê, li ser rêya navçeya Raco, di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin, 7 çete jî brîndar bûn.

27’ê Gulanê jî, li nêzê gundê Beradê yê Şêrawa, bi çalakiyekê çeteyek hat kuştin.

30’ê Gulanê, li navçe û gundê Til Malid ê Mar”ê, 3 çalakiyên cûda pêk hatin, li vir jî çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Heman rojê, li gundê Qitma yê Şera, li dijî çeteyên dagirker çalakiyek pêk hat, lê jmara kuştî û brîndarên çeteyan di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.

Back to top button